Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarîyê ya NY'ê Qedexeyên Talîbanê Şermezar Dike


Afghanistan
Afghanistan

Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), rêvebirîya Talîbanê jiber qedexeyên dijî jinan hatine ragihandin şermezar kir.

Talîbanê di rojên borî de zanîngeh û karkirina li sazîyên sîvîl li jinan qedexe kiribû.

Civatê bang li Talîbanê kir ku rê li ber keç û jinan veke ku ew di nav jîyanê de cîh bigirin.

Wê civatê, ku bi 15 endam e, bi yekdengî ragihand ku ew qedexeyên rêvebirîya Talîbanê nîşan dide ku li Afganistanê rêza bo maf û azadîyên bingehîyên roj bi roj xirab dibe.

Sekreterê Giştî NY’ê Antonio Guterres jî ji Twitterê dîyar kir ku ew qedexe binpêkirina mafên mirovan in û zararê didin kanînên gelên Afganistanê.

Rêvebirîya Talîbanê hefteya borî zanîngeh li jinan qedexe kiribû û zarokên keç jî ji Adarê vir ve nikarin herin lîseyê.

Bi qedexeyên dawî yên li Afganistanê, jin nikarin di sazîyên sîvîl de bixebitin.

Hin sazîyên sîvîl yên li Afganistanê dixebitin bi daxuyanîyeke hevbeş dîyar kirin ku ew nikarin bêyî xebatkarên jin karên xwe bimeşînin û bang li Talîbanê kirin ku dawî li qedexeyan bîne.

XS
SM
MD
LG