Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Etîyopya Karbidestên Neteweyê Yêkbuyî Dersinor Kir


U.N. official asks for more aid access to Ethiopia's war-ravaged Tigray
U.N. official asks for more aid access to Ethiopia's war-ravaged Tigray

Neteweyên Yekbûyî pişrast dike ku 7 karbidestên karên mirovahî yên Neteweyên Yekbûyî ku ji aliyê Etîyopya ve hatin dersinor kirin edî ne li wî welatê ne.

Neteweyên Yekbûyî pişrast dike ku 7 karbidestên karên mirovahî yên Neteweyên Yekbûyî ku ji aliyê Etîyopya ve hatin dersinor kirin edî ne li wî welatê ne.

Peyvdarê NY Farhan Haq got “Ji bo ewlehîyê wan, ew ji vir hatin derxistin” Haq pirsên rojnemevanan bersivdan û got “Jibo me herî sereke ew e ku karmendên me karê xwe di nav ewlehîyê de bikin û ger em nikarin wan şertan pêk bînin, divê em gavên din bavejin”

Roja Pençşeme, hikûmeta fedaralî yê Serokwezîr Abiy Ahmed 72 seat dabûn karbidestên NY ku ji Etîyopyayê derkevin. Hikûmetê îddîa kir ku ew tevlî karên navxweyî yên welat bûne û wan bi kiryarên din jî tawanbar dibînin, ku tê de şandina alîkarî û kel û pelên telekomîkasyonê bo Hezên Tîgrayê hinartine heye.

Roja Pençşemê, Sekreterê Giştî ye NY Antonia Guterres got ku ew “matmayî” man piştî ew ragihandinê û roja Îne jî bi rîya telefonê li gel Abiye axifî.

Karbidestên ku wekî “kesên ku li welatê neyin xwestin” hatîn ragihandin; Cîgirê Serokê Karên Mirovahî yê Neteweyen Yekbuyî, Cîgirê Kordînatorê Karên Mirovahî û nûnerê ajansa zarokan UNICEF'ê ne.

Neteweyên Yekbûyî got، ti bingeha yasayî tûneye ku Etîyopya karbidestên wê dersinor bike. Hêjayi gotineyê ku karmendên NY, di bin yasayên navnetewî de tên parastin û her wiha di bin NYê de.

XS
SM
MD
LG