Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku serokê giştî yê alîkarî yê NY Martin Griffiths dê serdana herêmên erdhejê bike.
Guterres dîyar kir ku Griffiths wê dawîya vê hefteyê li Tirkîyê serdana Entabê bike û li Sûrîyê jî here Heleb û Şamê.
‘’NY dê lêkolînê bike ku ka dikare çawa herî baş piştgirîyê bide.’’ Guterres got.
Wî bal kişand ser rewişa rojavayê bakurê Sûrîyê, ku di bin kontrola serhildayan de ye, û dîyar kir ku bo wê herêmê alîkarî pir hewce ne.
Guterres got ku rê xerab bûne, mirov dimirin û dîyar kir ku niha ya pêwîst lêkolîna hemî rêkên pêkan yên alîkarîyê ye.
Jêder: AFP