Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Bûyerên Darvekirina Li Îranê % 30 Zêde Bûne


Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) got ku Îran "bi rêjeyeke metirsîdar" darvekirinan pêk tîne û di heft mehên destpêka 2023’yan de herî kêm 419 kes sêdarê kirine. Bi rêjeya % 30 bilindtir ji heman heyama sala 2022’yan.

Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê NY di raportekê de jibo Civata Giştî ya NY ku derbarê rewşa mafên mirovan ya li Îranê got ku 7 kes jiber têkilî yan jiber beşdarbûna xwenîşandanên li seranserî welat li dijî mirina Jîna Emînî, hatine darve kirin.

Jîna Emînî ya 22 salî di Îlona 2022’yan ji alîyê polîsên exlaqî (Akar) ve hatibû girtin û jiber dijberîya qanûna kincên Îslamî yên Îranê.

“Di her heft keysên darvekirinê de agahîyên ku ketine destê ofîsa mafên mirovan ya N nîşan didin ku di pêvajoya dadwerîyê de daxwazên jibo dadgehkirineke dadmend li gor yasaya navdewletî ya mafên mirovan pêk nehatine", Guterres got.

Wî herwiha got ku bi destxistina nûnertîya qanûnî ya kêrhatî di demên pêdivî de gelek caran hatine red kirin.

“Rapor hene sebaret wergirtina îtîrafan (pênasînê bi tawanan) bi darê zorê, ku dibe bi êşkenceyê hatine girtin."

Guterres bi berdewamî got ku 239 kes, ku bêtir ji nîvê wan di heyama heft mehên pêşîn yên 2023an de hatine darve kirin, jiber tawanên têkildarî madeyên bêhişkrinê hatine sêdare ekirin, % 98 zêdetir ji heman heyama sala borî.

Sekreterê Giştî yê NY jiber nebûna vekolînên zelal û serbixwe yên li ser binpêkirinên mafên mirovan dilgiranî nîşan da, bi taybetî di çarçoveya xwenîşandanên dawîn ên li seranserê welêt.

“Berdewamîya armanckirina berevankaran berpirsîya binpêkirinên berê û yên niha jî asteng dike. Zanyarîyên ku ji alîyê ajansa mafên mirovan ya NY hatine civandin nîşan didin ku di navbera 17ê Îlona 2022’yan û 8’ê Sibata 2023’yan de nêzî 20,000 kes jiber beşdarbûna di xwepêşandanan de hatine girtin.”

Guterres xemgînîya xwe dîyar kir ku piranîya kesên hatine girtin zarok in. “Jiber ku rêjeya navîn ya jîyê wan girtîyan 15 salî ye, li gor cîgirê fermandarê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê.”

Hikûmeta Îranê dibêje ku herî kêm 22,000 kesên ku di xwepêşandanan de hatibûn girtin, berdane, lê Guterres got ku piştrastkirina hejmara girtî û berdana wan bi zehmet e.

Darvekirin li Îranê (Arşîf)
Darvekirin li Îranê (Arşîf)

Guterres nîgeranîya xwe anî ziman ku hejmarek ji kesên ku hatine azad kirin, bi tawanên nû hatine gazîkirin yan jî jinûve hatine girtin.

“Di nav wan de çalakvanên jin, rojnamevan û endamên civakên kêmanîyan hene. Di dema binçavkirinê de bikaranîna hêza zêde li dijî xwepêşanderan, lêdan û tundîya seksî û zêdegavîyên derûnî jî berdewam dikin.”

Guterres got ku li gor agahîyên Ofîsa Komîserîya Bilind a Mafên Mirovan a NY, 3 akterên jin ên navdar, Azade Semedî, Efsane Bayecan û Leyla Bolukat ên ku bê hîcab derketine û porê xwe dîyar kirine, hatine darizandin û cezayên cuda cuda ji wan re hatin birîn,

Di nav jimareke pêşnîyaran de, Guterres ji Îranê xwest ku darvekirinan rawestîne, cezayê îdamê hilîne û hemû kesên ku bi awayekî keyfî girtî ne, berde ku di nav de jin û keç, parêzvanên mafên mirovan û rojnamevan jî hene ku bi awayekî rewa mafên xwe yên azadîya ramanê bi kar tînin.

Guterres herwiha daxwaz ji hikûmeta Îranê kir ku mafê kombûnên aştîyane garantî bike, ewlekarîya xwenîşandanan li gor pîvanên navnetewî dabîn bike û rêzê li pêvajoya dadwerî û dadgehkirinên rewa bigire.

XS
SM
MD
LG