Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hesen Rûhanî Amerîka Vexwendî Şîvekê Dike


Serokê Îranê Hesen Rûhanî
Serokê Îranê Hesen Rûhanî

Serokê Îranê dibêje ew Amerîka vexwendî şîvekê dike di dema beşdarbûna wî ya di kombûna giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li New Yorkê.

Serok Hesen Rûhanî berhevdanek bikar anî li dor ahnegeka şîvxwarinê roja Yekşemê ji bo şîrovekirina çawa welat sûdê ji rêkeftina navokî ya sala 2015an werdigrin.

Rûhanî Amerîkî di ahengê de wek ên “li odeya din daniştî“wesif kirin.

Wî got:

“ew nikarin li riyeka nû xwedî derkevin û werin ser maseya xwearinê. Ev di nerîna me de ne xem e. Eger wan şêwazê xwe guherand, ew dikarin tevlî maseya şîvê bin. “

Tê zanîn, rêkeftina navokî ya ku di dema serokê berê yê Amerîka Barack Obama de hatibû îmzekirin, geşekirina Îranê ya Uranyom sînordar kir li beramber rakirina cezayên abûrî ji ser Îranê. Serok Donald Trump dixwaze careka din vê rêkeftinê guftûgo bike.

XS
SM
MD
LG