Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Banga Vekirina Velokînekê Derbarê Kuştina Jîna Amînî Dike


Berpirseke payebilind ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Sêşemê banga vekirina vekolînekê kir derbarê kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ser destê polîsê Îranê.

Nada el Nashif, Komîsara demkî ya NY bo mafên mirov, di daxuyanîyekê de kuştina Amînî hefteya borî li Tehranê şermezar kir.

Komîsara demkî ya NY bo mafên mirov Nada Al-Nashif.
Komîsara demkî ya NY bo mafên mirov Nada Al-Nashif.

“Divê mirina trajîk ya Mahsa Amînî û salixdanên êşkencekirinê bilez û bi awayekî bêalî û karîger ji alîyê desteyeke serbixwe ve were vekolîn kirin, da ku malbata wê bigihêje rastî û dadmendîyê,” berpirsa NY got.

“Divê desthilatdar armanckirin û girtina wan jinan rawestînin ewên ku pêgirîyê bi qanûnên hîcabê nakin,” El Nashif herwiha got.

Jîna Amînî.
Jîna Amînî.

Amînî ya 22 salî di dema serdanekê de bo Tehranê ji alîyê polîs ve 13’ê Îlonê hate girtin, jiber ku porê xwe bi temamî li gor qanûnên tund yên Komara Îslamî ya Îranê nenixumandibû. Paşê keça Kurd jiber êşkence û lêdanê hate kuştin.

Kuştina Amînî bûye sedema protestoyan li seranserê Îranê. Herwiha gelek rêber û rêxistinên cîhanê hikûmeta Îranê jiber vê kuştinê bi tundî şermezar kirine.

XS
SM
MD
LG