Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netewên Yekbûyî: Azadiya Ramanê li Herêma Kurdistanê Zêde Berteng Dibe


Michelle Bachelet
Michelle Bachelet

Netewên Yekbûyî daxuyaniyek taybet li ser binpêkirnên mafên mirov û bertengbûna azadiya ramanê li Herêma Kurdistana Îraqê weşand.

Raport li gorî nûneratiya Netrewên Yekbûyî û şandeya Netewên Yekbûyî ya alîkariyan li Îraqê (UNAMI) derketîye, rapor dibêje ku xelk tên terrorize kirin û bend li ser liv û bizava xelkî hatiye danîn û girtinên keyfî û sivik kirina girtiyan û dadgehkirinên ne dadwerane pêk tên.

Naveroka daxuyaniya Netewên Yekbûyî ya Mafên Mirovan Ofîsa Komsyona Bilind wehaye:

Ceneva 12 Gulanê, li gorî raporta Netewên Yekbûyî ya ku îro derketî, kêmbûna azadiya ramanê li Herêma Kurdistana Îraqê di sala borî de bi şêweke zêde kêm bûye.

Raporta Netewên Yekbûyî li Ser Herêma Kurdistanê
Raporta Netewên Yekbûyî li Ser Herêma Kurdistanê

Rexnegirên desthilatê rastî metirsiya terrorize kirinê tên û bend li ser çalakî û tevgerên wan tên danîn û ne tenê tên girtin, belkî ew rastî nav reşkirinê tên, herwiha hind kes vê dawiyê li gor yasaya Ewlekariya Netewî hatine dadgeh kirin.

Raporta ku ji ofîsa nûneratiya Netrewên Yekbûyî û şandeya Netewên Yekbûyî ya alîkariyan li Îraqê (UNAMI) û bi riya ofîsa Mafên Mirov ya girêdayî wê belge dike ku tiştê dibe ciyê nerihetiyê ye, hatiye têbînî kirin ku di anvbera Adara 2020ê heta Nîsana 2021 kes hatine aramnc girtin û nikarin mafê xwe yê rewa yê ragihandin û rexnekirina desthilatê bikar bînin.

Komîsara Netewên Yekbûyê yê pirsên koçberiyê dibêje "Şêweyê çewsandinê ya ku di vê raportê de hatî gelek ciyê nerihetiyê ye, ew balê dikişîne ser ne bes gef û terrorize kirina rexnegiran, belkî dîsan ew bandoreke metirsîdar dixe ser kesên din yên ku behsa zelalî û şefafiyet û berpirs dîtina desthilata giştî dikin." Ev yek ji aliyê Komîsara Samî yê Mafên Mirovan ya Netewên Yekbûyî xatûn Michelle Bachelet hatiye gotin.

Ev di demkî de pêk tê ku Herêma Kurdistanê rastî astengiyên ji cureya taybet tê li ser astê navxweyî, herêmî û navnetewî, encamên sereke yên vê raportê nerihetiyek gelek mezin pêşçav dike, bi taybet rewişta saziyên ewlekariyê, û sepandina qanûnê li gor kêfa xwe, û li gorî yasaya peywendîdar biryar nayên standin û ti kirîterên navnetewî yên mafên mirov nayên cîbicîkirin.

Salên dawiyê pêşkeftinek ya Demokrasî li Herêma Kurdistanê dihat dîtin û rêz li azadiya ramanê û serweriya yasayê dihat girtin, Michelle Bachelet tekez dike ku civakên demkoratîxwaz pêwîstî bi kenalên ragihandinê, çalakvan û rexnegiran heye, da ku bikarin pirsên giştî û kêmasiyên heyî bê sansor û tirs biweşînin û diyar bikin, herwiha pêdiviye welatî bigehin pêzanînan.

Nûnera taybet ya Sekirterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Îraqê û seroka nûnertiya Netewên Yekbûyî û alîkariya jibo Îraqê
Jeanine Antoinette Plasschaert jî dibêje "Zelalî, berpirkirin û singfirehiya lêpirsîn kirinê pirsên zindî yên her demokrasiyeke saxlem e."

Her yek ji Komsara Samî ya NY û Nûnera taybet ya NY li Îraqê hest dikin ku berdewam piştevanî û hevkarin bo desthilata Herêma Kurdistanê, herdu balê dikişînin ser şîret û pêşniyarên ku beşekin ji danûstandinên berdewam yên bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re, da ku mafên mirov pêş bikevin û lêpirsîn li hember binpêkirinên mafên mirov û dadwerî bo qurbaniyan hebe.

Di nava şîrtên ku di raportê de hatine, desthilata Herêma Kurdistanê hişyar dike ku pêngavên lezgîn bihên avêtin da ku azadiya ramanê bihê parastin û mafê raderbirînê hebe û dawî li tengav kirin, terrorize kirin û tolhildana li dij rojnamevan û parêzvanên mafên mirov û çalakvanan bihê kirin.

Herwiha raport tekezê li ser wê yekê dike ku nabe qanûnên tawankariyê weke alavek bo girêdana azadiya ramanê bihê bikar anîn, di nav de rêgirî li girtin yan desteser kirina kesan yên ku bi şêweke qanûnî derbirînê ji rexenkirin û rikeberiyê dikin yan jî wan rezîl bikin.

Zêdebarî vê jî, divê hemî bend û astengiyên li hember azadiya ramanê yên di yasaya herêmê de, bihên hilandin û yasayên ku kirîterên girêdayî mafên mirov bihên kar anîn.

Raport pêşwext bi beşdariya hikûmeta federal ya Bexda û hikûmeta Herêmê re hatiye amade kirin- kilîk bike û Raportê hemiyê bibîne

XS
SM
MD
LG