Breaking News

NY bo VOA: Sekreterê Giştî Amade ye Jibo Çareserkirina Nakokiyên Bexda û Hewlêrê Hewilên Dîplomatîk Bide

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), António Guterres
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), António Guterres

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), António Guterres, bang li Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên mayî di navbera wan de, diyalog û danûstandinên avaker bidomînin.

Stéphane Dujarric, berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, di daxuyaniyeke taybet de ku bi rêya nameke elektronî ji Dengê Amerîka re şand got ku, "wekî Sekreterê Giştî berê jî diyar kiriye, divê pirsgirêkên mayî di navbera Bexda û Hewlêrê de bi rêyên aştiyane, bi danûstandinên siyasî û li ser bingeha Destûra Komara Îraqê bên çareserkirin."

Dujarric tekez kir ku berdewamiya diyalog û hevkariyê ji bo parastina aramî û ewlekariya Îraqê û pêşxistina bextewerî û geşedanê jibo hemî gelê Îraqê girîng e.

Wî her wiha diyar kir ku Sekreterê Giştî amade ye ku eger her du alî daxwaz bikin, hewldanên xwe yên dîplomatîk ji bo çareseriyê pêk bîne.

Helwesta Netewên Yekbûyî derbarê mijarê weke bersiva pirseke Dengê Amerîka hat ku derbarê nakokî û gurrbûna girjîyên vê dawîyê yên di navbera Hikûmeta Navendî ya Bexda û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatbû kirin, ku herdu alî dibêjin, divê her tedbîrek were standin li gor xal û birgeyên destûra Îraqê be.

XS
SM
MD
LG