Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Duşemê ji zarê pisporên xwe yên ser mafên mirovên yên li Rûsya ragihand ku Moskow berpirsa mirina Aleksei Navalny e.
Pisporên NY dîyar dikin ku Navalny yan di girtîgehê de hatiye kuştin yan jî jiber şertên giran yên êşkenceyê canê xwe ji dest daye.
Mariana Katzarova, li Cenevrê di çalakîyekê de, ku ser girtîyên sîyasî yên Rûsî li dar ket, got ku ‘’bi vî awayî yan bi wî awayî berpirs hikûmeta Rûsî ye.’’
Katzarova dîyar kir ku ew jiber girtîyên din yên Rûsî ketiye fikaran û got ku sîyasetvanê muxalîf Vladimir Kara-Murza û yên din jî dikarin qedera Navalny bijîn.
‘’Ji mirina Aleksei Navalny vir ve ez her roj ji xwe dipirsim ka Navalny yê nû wê kî be. Bi givaştinên wisa bêguman wê Navalnyekî din hebe.’’
Kremlîn, Navalny û alîgirên wî wek kesên dixwazin zararê bidin îstiqrara Rûsya nîşan da û got ku ew li gor daxwazên dewletên Rojavayî tevdigerin.
Hevjîna Navalny, Yulia Navalnaya, Serokê Rûsya Vladimir Putin bi kuştina hevjînê wê tawanbar kir, lê Kremlînê ew îdia red kir û îstixbarata Rûsî jî dîyar kir ku Navalny bi xwe miriye.
Navalnaya dîyar dike ku bîragiştî piştgirî dide Navalny û bang li Rûsîyan kir ku 17’ê Adarê dijî Putin protestoyeke mezin ya roja hilbijartinê li dar xin.
Jêder: Reuters