Serokwezîrê Îaraîlê benjamin Netanyahu li Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî li New York ê roja Pêncşemê 24ê Îlonê danê êvarî gotarek pêşkeş kir.
Dema ku wî dest bi gotara xwe kir gelek delege ji hola civînê derketin, Benjamin Netanyahu hemû kesên ku ji hola Neteweyên Yekbûyî derketin, bi "tirsonek" bi nav kirin û got "Ji bo hemû tirsonekên ku dixwazin derkevin; kerem bikin, niha derkevin."
Netanyahu got ku gelek kesên ku niha ji ber gotara min derdikevin telefona min kirine spasîya min bo êrîşên ser Îranê kirine.
Di gotara xwe ya îro li NYê de, Netanyahu bal kişand ser Îranê û gefa ku ew ji bo Îsraîlê û herêmê çê dike. Wî êrîşên Îsraîlê li dijî Îranê parast û got ku Îsraîl û Amerîka bi hev re li dijî tiştê ku wî wekî gefeke mezin ji bo ewlehiyê dîtine tevgeriyane. Wî herwiha li ser rejîma Tehranê rexne kir û got ku hêza gelê Îranê dikare pêşeroja welatê biguhere.
Derbarê Hemasê de, Netanyahu dîsa êrîşa 7ê Cotmehê û êrîşên li dijî sivîlên Îsraîlî wekî êrîşên terorîstî û hovane binav kirin. Wî got ku Hemas û komên piştgirîkirî ji hêla Îranê ve beşek ji gefa li dijî Îsraîlê ne, û bi vê yekê hewl da ku operasyona leşkerî ya Îsraîlê li Xezayê û herêmên din wekî parastina dewletê pêşkêş bike.
Di beşekî axiftina xwe de Netanyahu Antîsemîtîzm jî weke beşek giring di axiftiona xwe de nîşan da, wî rexne li hin serokên Ewropayê û rexnekarên Îsraîlê kir û îdia kir ku hin protest û rexneyên li dijî Îsraîlê bi antîsemîtîzmê re têkildar in. Wî herwiha li ser ewlehiya cihûyan rawesta û got ku dewleta Îsraîlê dê li dijî tiştên ku ew wekî hewldanên ji bo tunekirina gelê cihû dibîne raweste.
Netanyahu got "Roja ku cihû di bê parastin û bê berevanî bûn, ew roj bidaî bûye."
Bi giştî, sê mijarên sereke yên gotarê Îran, Hemas û antîsemîtîzm bûn, di heman demê de wî rexne li hin hukûmet û serokên rojavayî û herwiha li Şaredarê New Yorkê Zohran Mamdani girtin.