Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dê bi Îran, Tirkîye Û Rûsya re Ser Destûrek Nû Bo Sûriyê Biaxive


Staffan de Mistura, şanderê taybet yê NY bo pirsgirêkên Sûriyê
Staffan de Mistura, şanderê taybet yê NY bo pirsgirêkên Sûriyê

Sêşemê daxûyaniya Netewên Yekbûyî eşkere kir ku, şanderê taybet yê Netwên Yekbûyî Staffan de Mistura, li bere bi Îran, Tirkiye û Rûsya re bi axive da ku birayar herî dawiyê li ser destnîşankirina komîta sazkirina Destûrek nû bo Sûriyê biaxive.

Daxûyanî dide zanîn ku de Mistura dixwaze li meha Îlona îsal li gel Îran, Tirkiye û Rûsya bicive, bi armanca darêtina destûrek nû bo Sûriyê.

Ajansan da zanîn ku Staffan de Mistura ev du rojin li Rûsya bi nûnerên hersê welatan re dicive, herwiha de Mistura bi şanda hikûmeta Sûrî û ya opozisyona Sûrî li Rûsya danûstendinan encam didin.

XS
SM
MD
LG