Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekariyê Ser Daxwaza Amerîka Civînekê Derbarê Îranê Encam Dide


Civata Ewlekariyê, New York
Civata Ewlekariyê, New York

Civata Ewlekariya Navnetewî ya girêdayê Netewên Yekbûyî li New York, dê roja Înê civîneke taybet derbarê rewşa Îranê encam bide, civîn liser daxwaza Amerîka pêk tê, ev yek ji aliyê Kazaxistanê ve hat ragihandin ku, niha ew welat serokatiya civatê dike.

Weha hatîye plankirin ku civîn di roja Înê de piştî nîvro li gûr dema navxweyî ya Washington bihê encam dan, Rûsya encamdana vê civînê rexne dike, dibe ku, ew daxwaza dengdanê bike liser encamdana civînê da ku astengan dirûst bike civîn pêk neyê.

Cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Sergei Ryabkov, doh roja Pêncşemê, dabû xûyakirin û got bû" Em rolê Civata Ewlekariyê ya Netwên Yekbûyî di vê pirsê de nabînin", Rybkov herwiha got"pirsên navxweyî yên li Îranê têkilî bi rolê Civata Ewlekariyê ve nînin, karê wê ewe ewlekarî û aştiya li cihanê biparêze'.

Nikki Haley, nûnera Amerîka li Netewên Yekbûyî, berî niha dabû xûyakirin ku, Washington dixwaze civînek awarte liser rewşa Îranê di Civata Ewlekariyê li New York û li Civata Mafên Mirov li Cenevre pêk bîne.

Ji hejî bîrxistinê ku, ev çend rojin, xwepêşandanên protestoyî li gelek bajar û herêmên Îranê berdewam dikin, di xwepêşandanan de şîdet derketiye heta niha bi kêmî 20 kes hatine kuştin birîndar û girtî bi hejmarên bilind hene.

XS
SM
MD
LG