Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Nifûsa Cîhanê Dê Salên 2080’î Bigihêje 10.3 Milyaran


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di nîva salên 2080’î de wê nifûsa cîhanê bigihêje dora 10.3 milyar kesan. Ev hejmar jî ji hinek pêşbînîyên berê kêmtir e.

Raporta Pêşbînîyên Nifûsa Cîhanê ya sala 2024'an, ku roja Pêncşemê belav bû, dide zanîn ku di 60 salên bê de, ewê hejmara xelkê ser rûyê erdê ji 8.2 milyar bibe 10.3 milyar.

Raport herwiha dîyar dike ku nifûsa cîhanê di sala 2100 de dê bi rêjeya şeş ji sedî, anku 700 milyon kes, ji texmînên Hezîrana 2013’an kêmtir be.

Li Junhua, Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY bo Karûbarên Aborî û Civakî, got ku “dîmena demografîk di salên dawî de bi awayekî mezin hatiye guhertin.”

Wî da xuya kirin ku asta neçaverêkirî ya nifûsê jiber çend fakteran hatiye holê, di nav de astên nizimtir yên dayikbûna zarokan li hinek welatên mezin yên cîhanê, bi taybet Çîn.

Junhua herwiha got ku ev asta kêmtir wê ji hesabên berê zûtir were û ev jî nîşaneke hêvîyê ye li vê dema ku cîhan bi germahîya cîhanî re rûbirû dibe: nifûsa kêmtir tê wê wateyê ku wê givaştin ser jîngehê siviktir bibe.

“Lê belê, zêdebûna hêdîtir ya nifûsê dê pêdivîya kêmkirina rêjeya bandora çalakîyên takekesî ji holê raneke,” Junhua got.

Raporta NY got ku dora 28 ji sedî ji nifûsa cîhanê niha li yek ji 63 welatan dijîn ewên ku ji niha ve hejmara nifûsa wan giheştîye asta herî bilind, wekî Çîn, Rûsya, Japonya û Almanyayê.

Di 30 salên pêş de, ewê 50 welatên din jî tevlî wê grûpê bibin, di nav wan de Tirkîye, Îran û Brazîl.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG