Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY bi Tundî Êrîşa Çekdaran li Dijî Xwepêşandanên Îraqê Şermezar Dike


Jeanine Hennis-Plasschaert
Jeanine Hennis-Plasschaert

Niwênera taybet a Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, îro bi tundî êrîşa çekdarî ya doh Înê li dijî xwepêşanderên Îraqî li Bexdaya paytext şermezar kir.

Hennis-Plasschaert got:

"Kuştina bi mebest a xwepêşanderên aştiyane ji aliyê kesên çekdar ve ew kiryareke hovane ye li dijî xelkê Îraqê. Divê kesên berpirs werin naskirin û bê paşxistin werin dadgehkirin.”

Niwênera taybet a NY daxwaz ji Hêzên Leşkerî yên Îraqê kir ku her hewlekê bikin ji bo parastina xwepêşanderan ji tundutijiya kesên çekdar ên ku li derveyî kontrola dewletê kar dikin.

Wê bang li xwepêşanderan kir ku bi awakî durist hevrêziyê bikin ji bo parastina xwepêşandanên aşiyane.

Niwênera taybet xemên xwe derbirîn ji bo malbatên qurbaniyên xwepêşandanan û hêviya dermanbûna bilez ji bo birîndaran kir.

XS
SM
MD
LG