Lînkên eksesibilîtî

Rûsya Dîsa Projebiryareka NY li Dor Sûriyê Vîto Dike


Rûsya careka din Vîto bikar anî li dijî projebiryareka Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî ji bo dirêjkirina dema vekolînên bikaranîna çekên kîmawî li Sûriyê.

Bikaranîna Vîto tê rojekê piştî redkirina Rûsya projebiyareka din di vê derbarê de.

Welatê Japon projebiryarek pêşkêş kiribû ku ji bo dirêjkirina dema vekolînên naskirina berpirsên çekên kîmawî li Sûriyê bo 30 rojî.

Roja Pêncşemê, Amerîka projebiryarek pêşkêş kir ku dema vekolîna bo salekê bête dirêjkirin, lê ewjî ji aliyê Rûsya ve hate Vîtokirin.

Rûsya jî, roja Pêncşemê di reşnivîsa biryarekê de daxwaza guhertinan kir di vekolînên navnetewî de lê dengên pêwîst wernegirt û tenê çar welatan piştgiriya wê kir.

Li gel erênekirina dirêjkirina dema wê, karê Mekanîzma Hevbeş a Vekolînan (JIM) roja pêncşemê nîvê şevê bidawî hat.

Hêjayî gotinê ye, Vîto ya doh Înê ew ya 11an bû ku Rûsya li dor Sûriyê bikar tîne.

Balyoza Amerîka Li Neteweyên Yekgirtî Nikki Haley ji Civata Ewlekariyê re got:

“Rûsya naxwaze bingeheka hevbeş li gel vê civatê bibîne ji bo dirêjkirina karê JIMê.”

Haley got Rûsya dê erê neke li dor çi mekanîzman ku ronî bidin ser bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê hevalbenda wê rêjîma Sûriyê ve.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG