Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Netewên Yekgirtî Derbarê Sûriyê Geşbîn E


Geir Pedersen

Nûnerê taybet yê Netewên Yekgirtî piştî serdana Şamê kir û li gel berpirsên rejîma Asad dîdar encam dan, roja Çarşemê di preskonferansekê de got, di civînên li gel berpirsên Sûrî pêşketin hene û "gelek nêzîkî li hev hatinê bûne" li ser diyarkirina Komîta Destûrek nû.

Geir Pedersen li ser encam dana civînên li gel wezîrê derve yê Sûriyê Walîd al-Mûalim li Dîmeşq agahdarî dan rojnamevan, lê wî neda zanîn kanê komîta ji bo destûra nû ya Sûriyê bi çi awayî hatîye pêkanîn û forma dawiyê çiye.

Weha li pêkanîna Komîta Destûrek nû tê nêrîn ku dê bibe klîta her pêkhatinek siyasî, bo bi dawî anîna şerê navxwe yê Sûriyê ku bi salane dom dike û 100 hezaran kes hatine kuştin û bi mîlyonan kes koçber bûne.

Netewên Yekgirtî bi hêvîye ku, komîta destûrî li jêr çavdêriya wê dê pêngava yekê be bo darêtina Destûrek nû û encamadana hilbijartinek nû li Sûriyê.

Pedersen komîta destûr weha wesif dike ku dê "deriyê proseya siyasî li Sûriyê fireh bike".

Zêdebarî vê geşbîniyê berpirsên dewleta Sûrî dibêjin, ew destxistina derekî derbarê destûrî qebûl nakin û wan got, serok Beşar Asad dibe xwe berbijêr bike ji bo car din wek serok Sûriyê bihê hilbijartin.

Zêdetirî salekê ye, komîteke ji 150 kesan bo darêtina destûrek nû bo Sûriyê hatîye destnîşan kirin, ev bo sedema nerazîbûna hikûmeta Sûrî li ser lîsteke navan ku ji 50 kesan pêk tê, di nav de pisporên yasayî, kesên serboxwe û serokên eşîretan tpêk tê. Li hevhatin heye ku 50 kes ji hikûmeta Sûrî û 50 kes ji opozisyonê bihên destnîşan kirin.

Pedersen daxwaz dike ku hin pêngav bên avêtin da ku bawerî çş bibe di nava hikûmet û opozisyonê de weke serbes berdana girtîyan.

XS
SM
MD
LG