Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlehîyê Dê Dengdanê li Ser Dirêjkirina Alîkarîya Ser Sînorê Sûrîyê Bike


Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekgirî îro Pêncşemê deng dide li ser dirêjkirina destûra xwe ya rêkirina alîkarîyan li ser sînorê Sûrîyê bêyî erêkirina Şamê, lê Rûsya daxwaza dirêjkirina şeş mehan dike dema ku welatên Rojavayî saleka temam dixwazin.

Biryara Neteweyên Yekgirtî ya ku destûrê dide gihandina alîkariyan li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê li Bab El-Hawa ji sala 2014an êreve di meriyetê da ye, lê roja Yekşemê bidawî dibe.

Norwêc û Îrlanda, du endamên ne-daîmî yên Ciwata Ewlehîyê ya 15 welatan pêk dihêt, pêşnûme biryarek amade kirin ku destûrnameyê heta 10ê Tîrmeha 2023an dirêj bike.

Nêzîkî 10,000 kamyonên barkirî yên alîkariyên mirovî di sala borî da derbasî Bab el-Hawa bûn, ku diçûn herêma Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê ya di bin destê serhildayan da . Ew dergeheke yekane ye ku alîkarî dikare derbasî Idlibê bibe bêyî kontrola hêzên hikûmeta Sûrîyê.

Rûsya, endameke Ciwata Ewlehîyêê ya xwedî vîtoyê ye û hevalbenda Şamê ye, di mehên dawîyê de amaje bi wê yekê kiribû ku ew dê li dijî dirêjkirinê be, ji ber ku ew serweriya Sûriyê binpê dike.

Li gorî dîplomatan, Rûsya di dawiyê de pêşnûmeya xwe ya dirêjkirina şeş mehan dane ser maseyê.

Lê hinek dîplomatan gotin AFP ku pêkhatinek pêkan e her wekî ku dirêjkirina şeş mehan bi awayek praktîkî bihêt nûvekirin bo şeş mehên din.

XS
SM
MD
LG