Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarîya Navnetewî Daxûyaniyekê Derbarê Kerkukê Diweşîne


Civata ewlekarîya navnetewî ku, bingeha wê ya sereke li New York e, roja Çarşemê daxûyaniyeke rojnamegerî derbarê rewşa kerkûkê weşand û di daxûyaniyê de endamên civatê xemgînîya xwe tînin ziman derbarê wê şîdeta li dewrûberên Kerkukê qewimî.

Endamên Civata Ewlekarîya Navnetewî bang li hemû aliyan dike ku hêz û şîdetê bikar ne înin û beşdar bibin di diyalogek avekr û bingehîn de bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.

Civat herwiha tekezê liser yekêtiya axa Îraqê dike û dibêje, divê her kes pêgiriyê bi destûrê Îraqê bike û li gûr destûrî aloziyên heyî çareser bikin.

Civat dubare daxwaz dike ku, rêz li yekêtiya axa Îraqê û aştî û yekêtiya li herêmê bihê kirin, herwiha daxwaz dike hemû çav liser şerê li dij dewleta Îslamê DAIŞ'ê bin li Îraq û Sûriyê.

Endamên civatê piştevaniya tam diyar dikin, bo rêxweşkirina çareseriyan di navbera aliyên berjewendî parêz de li Îraqê.

XS
SM
MD
LG