Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Bang li Alîyên Şer li Sudanê Dike ku bi Agirbestê Pêbend Bin


Nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî li Sudanê, Volker Perthes îro Duşemê bang li alîyên şerker kir ku rêzê li agirbesta heft rojî bigirin ku biryara şîve têkeve jîyanê.

Perthes ji Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî re got ti nîşane tuneye ku şerê navxweyî siviktir be.

Wî hişyarî da ku şerê navxweyî di çarçoveya nijadî de mezintir dibe û ne dûr e ku ev şer dikar e salên dirêj bidome.

Perthes bi bîr anî ku berê jî çend caran agirbest hatibû danîn, lê ew tev têk çûbûn.

“Divê, ev agirbest serketî be û şer bisekine da ku alîkarîya mirovahî ya pir pêdivî demûdest bigiheje sîvîlên ku di nava şer de mane û kesên ku li qada şer asê mane bikanibin ber bi deverên ewle birevin.”

Danûstenderên Saudî û Amerîkî roja Şemîyê ragihandibû ku artêşa Sudanî ya bi fermandarîya Abdul Faetah Burhan û Hêzên Piştgirîya Lezgîn ya bi qumandarîya General Mihemed Hemdan Dagalo agirbesteke demkurtî îmza kiribû.

XS
SM
MD
LG