Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ne Zelale Kanê Şanda Hikumeta Sûrî Dê Vegere Cenevre Yan Na


Staffan de Mistura ligel şanda opzisyona Sûrî
Staffan de Mistura ligel şanda opzisyona Sûrî

Piştî dawiya heftiyê şanda dewleta Sûrî ji danûnstendinên Cenevre vegeriya ne zelale kanê cardin dê şand danûstendinên aştiya wî welatî berdewam bike yan na.

Mediya hikumeta Sûrî dibêje, piştî şand vegera Dîmeşqê hêjî ew ne di wê bawerê de ne, kanê dê şand bo danûnstendinan berdewam bibe.

Berpirsa şanda Sûrî Basha al Jaafarî roja Înê ji Cenevre dabû diyarkirin ku, şanda wan dê vegere mal "Dîmeşq dê biryarê bide", kanê şanda hikumetê dê vegere bo wê diyalogê ya ku, Netewên Yekbûyî destek dike yan na.

Berpirsekî hikumeta Sûrî ku, nexwest navê wî eşkere bibe gote ajansa Frans Press "heta niha biryara dawiyê nehatîye dan, Dîmeşq heta niha derbarê vegera fî'lî ya danûnstendin difikire", heman çavkanî dîsan dibêje "çi demekê ew gihan biryarekê, dê bi rêya kenalên dîplomasî bo raya giştî bihê ragihandin".

Ji aliyê xwe ve, berdevkê şanda hêzên opzisyona Sûrî Yehya al-Arîdî berpirsê şanda wan Nasir al-Harîrî dê êvarîya roja Duşemê ji Cenevrê veger".

Ofîsa şanderê taybet yê NY Staffan de Mistura yê ku, navbeynkariyê dike, roja Duşemê da zanîn ku, pilana wan heye roja Sêşemê cardî danûstendina bihên berdewam kirin.

Berpirsê şanda Sûrî Al-Jaafarî piştî civîna ligel Staffan de Mistura de got bo "prisgirkên mezin di vê gera danûstendinan de hene".

Şanda Sûrî nemana Asad ya ser desthilatê qebûl nake, bi taybet dema opozisyonê, di civina meha bûrî ya Riyadê de, nema Beşar Assad ya ser desthilatê weke mercê berdewamiya diyalogê bicî kirîye, lê şanda Sûrî nemana Assad weke mercekê danûstendinan qebûl nake.

XS
SM
MD
LG