Komîsyona Navneteweyî ya Serbixwe ya vekolînê ya grêdayî bi Sûrîyê ve îro Înê raporteke nû li ser tundutîjîya hovane ya Tîrmehê 2025'an dijî rûniştvanên bajarê Suweydayê ragihand.
Raportê diyar kir ku pirtir ji 1,700 kes hatine kuştin, nêzîkî 200,000 kes derbider bûne û çend alî dest di wan kiryaran de hebûn, di nav de hêzên hikûmeta Sûrîyê, çekdarên êlan û komên çekdar ên Durzî.
Paulo Sergio Pinheiro, Serokê Komîsyon Neteweyên Yekbûyî got: “Ast û hovîtîya ku tundûtîjî û binpêkirinên li Suweydayê hatine belgekirin gelekî xemgîn in."
Raporta 93 rûpelî ya Komîsyona NY destnîşan kir ku li parêzgeha Suweydayê herî kêm 1707 kes, ku piranîya wan sivîlên Durzî ne, ligel endamên êlên Ereb (bedû) û herî kêm 225 leşkerên hikûmeta demkî hatine kuştin.
Raportê got ku heta niha 155,000 kes derbider in û rewşa mirovî piştî bicihanîna agirbesteke nazik çareser nebûye.
Li alîyekî din, di 17'ê Adarê de komîteyeke lêpirsînê ya hikûmeta Sûrîyê li ser heman bûyeran got ku belgeyan diyar kirin ku “ji hemû alîyan” 1,760 kes hatin kuştin û 2,188 birîndar bûn.
Hikûmeta demkî ya Sûrîyê di raporta xwe de got: “Gelek binpêkirinên mafên mirovan ji bilî hêzên hikûmet û hêzên ewlekarîyê, ji hêla gelek alîyan ve, di nav de komên çekdar ên herêmî û kesên bi Daişê ve girêdayî, hatine kirin."