Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî 'Girtina Komî Û Bi Zorê' Ya Zarokan Li Sûriyê Şermezar Dike


Fionnuala Ni Aolain
Fionnuala Ni Aolain

Pisporeke Neteweyên Yekbûyî roja Înê nîgeraniya xwe derbirî ku bi deh hezaran zarok li bakur-rojhilatê Sûriyê têne girtin li ser bingeha girêdana wan bi Dewleta Islamî re û ew wek binpêkirina yasaya navdewletî anî ziman.

Fionnuala Ni Aolain, şandiya taybet a Neteweyên Yekbûyî, rojek piştî vegera ji herêmê got ku ew ji "revandina" bi sedan kur ji kampan jî nîgeran e.

Bi hezaran penaberên navxweyî û malbatên çekdarên Daişê yên gumanbar di nav wan de Sûrî, Îraqî û welatiyên din li kampên binçavkirinê li seranserê herêmê hatine bicihkirin piştî ku ji deverên di bin destê cîhadiyan de reviyan di dema şerê Sûriyê de.

Wê got, "Tiştê ku ez û tîma min herî zêde pê nîgeran bûn, dema ku me serdana bakur-rojhilatê Sûriyê kir, ew bû girtina komî, bêdem, û keyfî ya zarokan, nemaze ya kuran di navendên cûrbecûr de."

Girtina wan li kamp, girtîgeh û navendan "li ser metirsiya îdiakirî ya ku ew ji ewlehiyê re çêdikin li ser bingeha girêdana wan an dê û bavên wan ên berê yên bi Daiş re," wê got.

Ni Aolain rojekê piştî yekem seredana herêmê ji aliyê pisporeka mafên mirovan yê Neteweyên Yekbûyî peyivî.

Di nav wan cihên ku wê serî lê da de kampa el-Hol a ku ji aliyê Kurdan ve tê birêvebirin bû, ku dora 55,000 kes tê de hene, ji wan 31,000 zarok.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG