Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanê NY yê Alîkariyan Digihe Kampa Rukban li Sûriyê


Kampa Rukban

Rêxistina Heyva Sor a Erebî ya Sûrî dibêje karwanekî alîkariyan gihîşte kampa Rukban a bêşûnwarbûyan li ser sînorê Sûriyê li gel Urdunê, cihê ku bi hezaran sivîl li beyabanê bê xwarin û alîkarî mane.

Heyva Sor dibêje 78 kemyon tije alîkarî îro Şemiyê gihîştin kampa Rukban, wek beşek ji alîkariya hevbeş li gel Neteweyên Yekgirtî.

Biryar bû karwan hefteya borî bigihe, lê hate bişûnxistin bi sedema xemên locistîk û ewlekariyê.

Kamp derdora 45,000 kes vedihehîne, gelek ji wan jin û zarok in, ku li cihekî vekirî yê beyabanê çadir vegirtine.

Meha borî 4 kesan, ji ber nebûna xwarin û dermanan, jiyana xwe ji dest da.

XS
SM
MD
LG