Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Ajansa Navokî Ya NY Topbarana Zaporizhzhia Şermezar Dike


Bingeha navokî ya Zaporizhzhia
Bingeha navokî ya Zaporizhzhia

Serokê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) roja Şemiyê nîgeraniyên mezin derbarê topbarana roja borî ya bingeha navokî ya Zaporizhzhia li Ukraynayê anîn ziman û got ku ev kiryar metirsiya karesateke navokî nîşan dide.

Rêvebirê Giştî Rafael Mariano Grossi di daxuyaniyekê de got: "Ez ji ber topbarana doh ya bingeha navokî ya herî mezin li Ewropayê, ku xetera karesatek navokî ya ku dikare tenduristiya giştî û jîngehê li Ukraynayê û li derveyî wê bixe nav metirsiyê, pir bi fikar im."

Grossi ji hemî aliyên pevçûna Ukraynayê xwest ku li dora bingehê "bêhnfirehiya herî mezin" bikin.

Top roja Înê li xeteke elektrîkê ya voltaja bilind ya bingehê ketin, lewra operatorên wê reaktorek qut kir, tevî ku lekeyek çalak ya tîşkên navokî nehate dîtin. Kargeh di destpêka meha Adarê de ji aliyê hêzên Rûsî ve di qonaxa destpêkê ya şer de hate girtin lê ew hîn jî ji hêla şarezayên wê yên Ukraynî ve tê rêvebirin.

Kompaniya enerjiya navokî ya dewletê ya Ukraynayê Energoatom, Rûsya bi zirara santrala elektrîkê sûcdar kir. Wezareta berevaniyê ya Rûsyayê hêzên Ukraynayê bi topbarankirina santralê sûcdar kir û got ku ji belavnebûna tîşkên navokî tenê bi riya şans bû.

Grossî got ku kiryarên serbazî ku silametî û ewlekarîya kargeha Zaporizhzhia dixe metirsiyê "bi tevahî nayê qebûlkirin û divê bi her awayî werin rawestandin."

"Her gulebaraneke leşkerî ya ku ber bi bingehê ve an ji wê derê were kirin, dê bibe lîstina bi agir, û dê encamên karesat derxe holê."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG