Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Ser Pêleke Nû ya Koçberên Ukraynî Hişyarî Dide Welatên Ewrupî


Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî pêşketina hêzên Rûsî li rojhilata Ukrayna ser pêleke nû ya koçberên Ukraynî hişyarî da welatên Ewrupî ku hazir bin.

Komîserê Bilind yê Penaberan Flippo Grandi got ku ew nikare pêşbînîyê leşkerî bike, lê dîyar kir ku jiber guherîna rewşa şer gelek kes ji cîh û warên xwe bar dikin.

‘’Bê guman çêbûna rîska şer dibe sedem ku bêtir kes ji cîhên xwe koç bikin û divê em bo vê yekê amade bin’’ Flippo got.

Wî dîyar kir ku NY’ê tevî çend caran pêşnîyarên alîkarîyê kiriye jî bo rojhilata Ukrayna, Rûsya bi tenê bi awayekî sînorkirî rê dide gihandina alîkarîyê.

Kamyonên NY’ê di rojên borî de ji destpêka şerê Moskow û Kîevê vir ve cara pêşî li rojhilata Ukrayna alîkarî belav kirin.

Hêzên Ukraynî herî dawî ragihandin ku ew ji Soledar ya li rojhilatê weletê vekişîne.

XS
SM
MD
LG