Breaking News

Guterres: Em Piştgirîyê Didin Hewlên Hilcivîna Trump, Xi û Putin ên Bêçekkirina Navokî

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro Duşemê ragihand ku Neteweyên Yekbûyî amade ye piştgirîyê bide her hewleke bêçekkirina navokî ku dibe ji hilcivîna biryar e vê hefteyê di navbera Amerîkayê, Çînê, Rûsyayê de bê lidarxistin, derkeve.

Guterres li Manîlaya Fîlîpînê, ku li wir beşdarî hilcivîna Yekîtiya Welatên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) dibe, got: "Eger bernameyek ji bo bêçekkirina navokî hebe, em amade ne bi awayekî temam beşdarî wê bibin û di serkeftina wê de bibin alîkar."

Biryar e Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, û Serokê Çînê Xi Jinping li kêleka Foruma Hevkarîya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) li bajarê Shenzhenê yê li başûrê Çînê bicivin.

Guterres di konferansa rojnamevanî de, got ku pabendbûneke watedar ji alîyê hersê welatan ve ji bo bêçekkirina navokî dê bibe "destkeftiyeke mezintir ji bo cîhanê," û tekez kir ku mirovahî dê tenê wê demê "bi temamî ewle" be dema ku çekên navokî nemînin.

Guterres di heman konferansa rojnamevanî de ragihand ku pêwîstîya Amerîka û Îranê bi proseya dîplomatîk a cidî heye da ku dawî li rewşa "ne aştî û ne şer" bînin.

Guterres da zanîn ku ev rewş dibe sedema bilindbûna bihayê sotemenîyê û kêmbûna semadê, û bi vê yekê zîyanê digihîne aborîya cîhanê.

Di bersiva pirseke Dengê Amerîkayê de derbarê gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump ku gotibû ew ji danûstandinên ligel Tehranê xilas bûye, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku tiştê niha pêwîst e çareserîyeke dîplomatîk e.

XS
SM
MD
LG