Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY, Dê li Ser Biryara Rûsya Ya Tevlîkirina 4 Herêmên Ukrayna Bicive


Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî -NY- dê roja Duşemê dê civîneke taybet pêk bîne. ji bo gotûbêjkirina hewildana vê dawîyê ya Rûsyayê ji bo têkilkirina çar herêmên Ukraynayê.

Rûniştin dikare eşkere bike ka tenêmayîna navnetewî ya Rûsyayê zêde dibe an ne dema ku şerê Rusyayê dijî Ukraynayê berdevam dike.

Sekreterê Giştî Antonio Guterres di 29ê Îlonê de, rojek berî merasîma Kremlînê ji bo têkilkirina herêman di nav axa Rûsyayê got: Peymana Neteweyên Yekbûyî eşkere ye: Her têkilkirineka xaka dewletekê ji aliyê dewleteke din ve ji ber gef anjî bikarînana hêzê, binpêkirina prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî û yasayên navdewletî ye.

Guterres got ku her hewildanek ku Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaporizhzhia bi xwe ve girêbide "tu nirxek qanûnî nîn e" û ew dê bibe "metirsîyeka gurbûna şerî".

Roja paştir, Rûsyayê vetoya xwe li Konseya Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî bikar îna da ku rê li ber biryarnameyekê bigire ku kiryarên wê şermezar dike.

Ew yek bû sedem ku ew bizav NY biçe Civata Giştî, ku li vê derê tu dewlet xwedî vetoyê nîn e.

XS
SM
MD
LG