Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Pêncşemê ragihand ku 43 hêzên wê yên aştîparêz, ji alîyê komeke çekdar ve, li ser tixubê Îsraîl û Sûrîyê hatine girtin.
NY herwiha dide zanîn ku 81 hêzên din yên aştîparêz ji li cîhê xwe yê ser xala derbazbûnê ase mane û nikarin herin şûneke din.
Mîlîtanên Cebhet el Nusra do Çarşemê êrîş biribûn ser wê xala sînorê, lê hîn jî bi zelalî nayê zanîn kê karmendên NY dîl girtine.