Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNCHR Jibo Vegera Penaberan Sûrî Banga Pirtir Xebatan Dike


Dîmeneke enaberên Sûrî, li kampeke penaberan ya li Urdunê, (Arşîv)
Dîmeneke enaberên Sûrî, li kampeke penaberan ya li Urdunê, (Arşîv)

Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) îro Sêşemê ragihand ku divê hikûmeta Sûrî û rexistinên alîkarîyê yên navneteweyî pirtir tiştan bikin, ger ew dixwazin bi mîlyonan Sûrî yên jiber şer revîyana vegerin malên xwe.

Berpirsê UNCHR Filippo Grandi do Yekşemê li Brukselê, di Konferansa 8’an ya bexşkeran ya alîkarîya jibo Sûrîyê de, axifî.

Konferans bi pêşengîya Yekîtîya Ewrupa (YE) ji 2011’an vir ve salane tê darxistin, ji destpêka şerê navxweyî ya Sûrîyê.

Filippo Grandi dîyar kir ku şerê Gaza û kêşeya berfireh ya Îsraîl û Filîstînê nîşan dide ku, heke pirsgirêkên penaberan neyên çareserkirin çi dibe.

"Heke hûn bala xwe nedin se çareserîya pirsgirêkên penaberan..wê wek tolhildanê vegere we," Grandi ji Reutersê re got.

Berpirsê sîyaseta derve yê YE Josep Borrell ragihand ku di konferansê de, tevî Amerîka,ji welatên Rojava û rexistinên alîkarîyê ser piştgirîya penaberên Sûrî, jibo 2024 û 2025’an 2.12 mîlyar euro hatiye peyda kirin.

Josep Borrell herwiha da zanîn ku YE jibo salên pêş jî, ser berdewamîya alîkarîyan soz wergirtine, bi giştî 7.5 mîlyar Euro de; 5 mîlyar euro bexş û 2.5 mîlyar euro jî kredî.

Lê, 13 sal piştî serîrakirina dijî Serok Beşar el-Esad ku vegerya şerekî navxweyî, çarenivîsa zêdetirî pênc mîlyon penaberên Sûrî ku li derveyî welat dijîn, ne zelal e û mijarekî navnatweyî ya nîqaşbar e.

Siyasetvanên Lubnanî hewl didin ku zêdetir penaberên Sûrî paşde werin şandinê Sûrîyê. Nêzî 800 hezar Sûrî UNCHR ya li Lubnanê qeydkirî ne, lê karbidest dibêjin ku jimara rastîn ya Sûrîyan li wî welatî dora du mîlyon e.

Mijara penaberên Sûrî hevdem di rojeva siyasî ya Ewrupa de ye, di gel ku endamê YE Qibris xembar e ku jimareke mezin ya penaberên li Lubnanê wê derbazî beravên wê bibin.

Lê welatên Rojavayî têkilîyên bi Esed re, hîn jinûve nedane destpê kirin, û wî mîna tawanbarê şerê dibînin - tawaneke ku ew red dike. Herwiha YE dibêje ku Sûrîye hîn jibo vegerên girse yên penebaran ne ewle ye.

Hin dewletên Erebî piştî erdheja kujer ya 2023’an bi Esad re jinûve têkilî danîbûn, lê wan di qanekirina Şamê de encamek berçav bi dest nexistin, jibo avakirina şertên vegerandina penaberan.

Berpirsê UNCHR Grandi destnîşan kir ku ew nikare ji welatên Rojavayî ser çawanîya têkilîyên bi Esad re tiştekî bêje, lê sazîyên mîna NY dikarin xebatên mirovahî li hûndirê Sûriyê fînanse bikin.

"Heke hûn çareseriyê dixwazin divê hûn veberhênanê bikin," Grandi got.

Wî hevdem balkişand ku divê penaber tenê bi dilxwazî vegerin - û ev yek wê tenê pêkan be, ku ger ew li Sûrîyê xwe ewle hîs bikin û pedîvîyên jîyanî wek xanî û debara jiyanê werin peyda kirin.

Jibo desthilatdarên Sûrîyê, ev tê wateya peydakirina ewlehîyê û çareserîya kêşeyên fermî yên wek belgekirinê.

"Ev pêşveçûn hêdî ye, lê em li ser vê mijarê dixebitin," Grandi got.

Grandi anî ziman ku wî sala borî ji Esad re gotiye ku di nabera wî û gelê Sûrî"bêbaweriyek mezin" heye, ku divê çareser bike.

Di şerê navxweyî yê Sûrîyê de zêdetirî 500 hezar kes hatine kuştin û rewşa nêzî 150 hezar kesan jî ne dîyar e.

Li Sûrîyê piranîya dibistan, stasyonên av û elektrîkê hilweşîne.
Krîza aborî ya wêranker di van salên dawî de, krîza berfireh ya welêt berfireh kirîye.

Grandi dîyar kir ku alîkarîyên welatên Rojavayî jibo projeyên li hûndirê Sûrîyê pir girîng in, lê NY tenê ji sedî 30 û 35 ji budceya pêwîst ya wan projeyan berhev kiriye.

" Bernameyek me Sûrîyê heye, lê mixabin pir baş nayê fînansekirin. "Divê em bêtir veberhênanê bikin da ku şertên ku mirov vegerin,ava bikin" wî got.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG