Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Destûr Da Şandeyeke Bilind ya Koreya Bakurî ku Here Koreya Başûr


Netweyên Yekbûyî (NY) destûrdana seredana şandeyeke bilind ya Koreya Bakur erê kir ku jîbo lîstinên olîmpîk here Koreya Başûr.

Jiber ku Koreya Bakur di bin toleyên NY de ye, divê destûreke taybet hebe ku seredana wê şandê neyê asteng kirin.

Biryara NY dê bandorek rasterast li ser rewşa Choe Hwi, rêberekî pile bilind yê Partîya Karkerên Koreya Bakur hebe, ku ji sala 2017ê ve di nav lîsta reş ya NY de ye.

Nûnertîya Koreya Başûr bo NY, ji Civata Ewlekarîyê re got ku tê çaverê kirin ew şandeya 22 kesan, roja Înê beşdarî merasîmên vekirina lîstinên olîmpîyatê bibin û heya Yêkşemê li Koreya Başûr bimînin.

Xuşka biçûk ya Serokê Koreya Bakur, Kim Jong Un, jî di nav wê şandê de cih digire, ku navê wê di nav lîsta reş ya Wezareta Xezîna ya Amerîka de ye.

XS
SM
MD
LG