Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Qanûna Nû ya Îraqê ya Ser Peywendîyên Homoseksuelî bi Xurtî Rexne Dike


Neteweyên Yekbûyî (NY) îro Duşemê ser qanûnek nû parlamentoya Îraqê fîkarên xwe dîyar kir, ya ku jibo tekilîyên seksî yên homoseksuelî wek tawanek bi cezayê girtîgehê ya heta 15 salan, pênase dike.

Berdevika Ofîsa Mafên Mirovan ya rexistinê Ravîna Shamdasanî bi daxuyanîyeke nerazîbûna NY ragihand û bang li Îraqê kir ku ev qanûna divê demedest were betal kirin, jiber ku peymanên mafên mirovan binpe dike.

“Qanûna ku ji alîyê Îraqê ve hatine pejirandin dijî jimareke peymanên mafên mirovan e, tevî Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî û divê were betal kirin,” Shamdasani got.

Li Îraqê heya niha hemanzayendî yan tekilîyên seksî yên hemanzayendî ne tawaneke penasekirî bû, lê bendên exlaqî yên di qanûna bingehîn bo givaştina ser mirovên LGBT dihatin bikar anîn.

Qanûna ku roja Şemîyê hat pejirandin, jibo teşwîqkirina tekilîyên seksî yên hemanzayendî herî kêm heft sal cezayê girtîgehê û cezayê 10 mîlyon Dînarê Îraqê û herwiha jibo mêrên ku "bi qestî" wek jinan tevbigerin jî, ji salekê heta sê salan cezayê girtîgehê ceza têne destnîşan kirin.

Parlamena Îraqê ev qanûna, di çarçevoya guherîna qanûna dijî laşfiroşîyê ya 1988’an pejirand.

Qanûn "guherîna zayenda biyolojîk ya ser bingeha xwestek û meyla kesane" jî wek tawan dîyar dike û jibo kesên zayendguherî (transgender) û doktorên ku wan niştergerîya guherîna zayendan dikin heta sê salan cezayê girtîgehê da tine.

Li gor Our World in Data, niha zêdetirî 60 welatan tekilîya seksî ya hevzayendî wek sûc tê dîtin, dema li zêdetirî 130 welatan hemû kiryarên hevzayendî qanûnî ne.

Shamdasani hişyarî da ku mirovan qanûnên bi vî rengî mirovan dikin bin xeterîya binpekirênên mafan.

"Delîlên berfireh û xurt hene ku qanûnên bi vî rengî pêşdaraziyê jî rewa dikin, mirovan dixin ber sûcên nefretê, destdirêjiya polîsan, tacîzkirin, tirsandin, şantaj û îşkenceyê. Herwiha qanûnên wiha dibin sedem ku cudakarî û astengkirina giheştina xizmetên bingehîn bidom in; tevî saxlemî, perwerdehî û xanî, " wê got.

Nûnera NY hevdem bal kişand ku herkes, bê cudahî, mafdar e ku ji hemû mafên mirovan sûd werbigire û ji hemû cudakarîyan were parastin,

"… di nav de mafê ku li hember qanûnê wek hev be, mafê nepenîtîyê, mafê nasanameya zayendî, mafê meyla tekilîya seksî û mafê parastina ji cudakarîyê ya ser sedemên cuda jî, hene,” Shamdasani got.

Qanûn, rêxistinên ku hemanzayendîyê "teşwiq dikin" jî qedexe dike û herwiha jibo her kesê ku bi armancên seksî " pevbiguherîne jinan" bike, destûra cezayê ji 10 salan heta 15 salan, cezayê girtîgehê dide.

Li gor raportek 2022 ya Human Rights Watch û rêxistina sivîl ya IraQueer, kesên LGBTQ yên li Îraqê jiber zordestîyê neçar in ku bê eşkerekirina nasnameyên xwe bêdeng bijîn û ew gelek caran rastî "revandin, destavêtin, êşkencekirin û kuştinê tên," yên ku bê ceza dimînin.

Jêder: NY, AFP

XS
SM
MD
LG