Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro Pêncşemê bang li hikûmeta Myanmarê kir ku du rojnamevanên Reutersê biborîne û wan di demûdest azad bike.
“Ez hêvîdar im ku hikûmeta Myanmarî wê efûyekê derxe û wan rojnamevanan di demeke nêzîk de berde,” Guterres li navenda Neteweyên Yekbûyî got.
Rojnamevanên Reutersê Wa Lone û Kyaw Soe Oo di 12'ê Berfanbarê de hatibûn girtin, piştî ku du polîsan li xwaringehekê jimareke belge dabûn wan.
Her du rojnamevan jibo şopandina operasyonên tund yên artêşa Myanmarî li Rakhine, ku 700,000 Misilmanên Rohingyayî ji warên xwe sirgun kiribûn, li wê herêmê bûn.
Wa li dadgehê gotibû ku hemî belgeyên ku li dijî wan wek delîl tên karanîn, ji alîyê polîsan ve hatine danan ku dijî wan bixebitînin.