Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY Îro bi Rojeva Koreya Bakur Dicive


Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, li ber e îro Duşemê dengdanê li ser bernivîsa Amerîkî ya danana toleyên nû li dijî Koreya Bakur bike.

Washingtonê ew bernivîs wek bersîvdana ceribandina navokî ya dawî ya Pyongyangê amade kir, lê heta niha nayê zanîn ku Çîn û Rûsya dê piştgirî bikin yan ne.

Koreya Bakur, jiber pêngavên dawî yên Amerîkî, gefan li Washingtonê kir ku ewê berdela hewila cezayên nû li dijî wê bide.

Bernivîsa pêşîn ya Amerîkî daxwaz dikir ku ambargoya petrolê li dijî Koreya Bakur were danan û derfirotina tekstîlê asteng kirin û qedexeya diravî û rêwîtî li dijî rêberê wê, Kim Jong Un were danan.

Lê, Reuters radigihîne ku di bernivîsa nû de xistina Kim ya di lîsta reş de cîh nagire û toleyên ser petrol û gaz jî hatine sivik kirin, lê derfirotina tekstîlê hîn jî dimîne.

XS
SM
MD
LG