Lînkên eksesibilîtî

NY Xema Xwe Ser Girtinên Girseyî li Tirkîyê Dîyar Dike


Komîserê Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (OHCHR), Raad El-Huseyn îro Duşemê fikarên xwe derheqa girtinên girseyî û nûkirina rewşa awarte li Tirkîyê dîyar kir.

Huseyn li Cenevrê ji nûçegîhanan re got ku divê şerê dijî terorê li ser hesabê mafên mirovan neyê kirin.

"Îhtîmaleke pir mezin e ku desteserkirina hemwelatîyan û derxistina wan ji kar ne li gor prosesa dadwerîyê têne kirin," Huseyn piştî desteserkirinên dawî yên karmendên dewletê yên li Tirkîyê got.

Wî li ser zindankirina endamên medyayê jî got ku rojnamegerî li Tirkîyê ne tawan e, loma jî divê hikûmet baldarîyeke kûr bide wê mijarê.

XS
SM
MD
LG