Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bang li xwepêşanderên Amerîkî û hêzên ewlekarîyê kir ku ji tundî û tûjîyan dûr bikevin.
Wî ji rêber û sîyasetvanên Amerîkî xwest ku gun bidin peyamên xwepêşandaran.
“Divê şîn û xemgînîya bi hezaran xwenîşanderan were bihîstin, lê divê ew jî bi rêkên aştîyane dengê xwe bilind bikin û hember wan tundî neyê bi kar anîn,” beredevkê Guterres Stephane Dujarric got.