Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje ji 2014'an Heta Niha 15,000 Sîvîl Hatin Kuştin


Sîvîl li Îraqê di rewşeke xirab de dijîn
Sîvîl li Îraqê di rewşeke xirab de dijîn

Mîsyona Alîkarî ya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê (UNAMI) û Komîserîya Bilind ya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) îro Duşemê di raporteke de dibêjin ku 15,000 Îraqîyên sîvîl ji destpêka 2014'an vir ve li wî welatî hatin kuştin.

Raport herwiha dide zanîn ku 30,000 kesên din jî ji heman demê heta dawîya meha Nîsanê vir ve birîndar bûne.

Raport balê dikşîne ku li herêmên bin kontrola Dewleta Îslamî (DAIŞ) sîvîl di rewşeke xirab de dijîn û gelek kesên kune bi nêrîna DAIŞê ne, li cîhên giştî, pêş çavê xelkê hatin kuştin.

Raport herwiha dide zanîn ku kêmanîyên olî û etnîkî li herêmên bin kontrola DAIŞ, bi awayekî sîstematîk rastî reftarên xirab tên.

Di raportê de tê bîrxistin ku dora 3,500 Kurdên Êzîdî hîn ji di destî DAIŞ de girtî ne û rastî reftarên xirab wek êşkence, û tundîya hestî û fîzîkî tên.

XS
SM
MD
LG