Du golên biryarder ên lîstikvanê Kurd ê tîma niştimanî ya Almanya Deniz Undav bûn sedem ku tîma Mannschaft derbasî qonaxa 32'an ya Cama Cîhanê ya futbolê.
Di lîstikekê de li hember Ivory Coast roja Şemîyê, Almanya heta xuleka 68'an bi encama 1-0 li paş bû. Lê tenê heşt xulekan piştî ku êrîşkarê Kurd Undav wekî yedek daket qada stadyuma Torontoyê, maç bi tevahî hate guhertin.
Undavê 29 salî golê yeksankirinê di xuleka 68'an de tomar kir. Golê serkeftinê di xuleka çaran ji dema zêdekirî de tomar kir.
Bi vê serkeftinê Almanya gihîşt şeş xalan di Grûpa E û pê re jî derbasbûna xwe bo qonaxa 32'an misoger kir.
Undav, ku bi yaneya Stuttgart a Bundesligayê dilîze, sala 1996'an li bajarê Varel ê Almanyayê ji dayîk bûye. Dê û bavê wî Kurdên Êzîdî ne û bi regez ji gundekî Riha ya bakurê Kurdistanê ne.
Lîstikvanê navdar gelek caran behsa Kurdan dike û serbilindîyê bi Kurdayetîya xwe dike.