Sazîya alîkarîya zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bernameyên ji bo bi mîlyonan zarokên li Ukraynayê ku ji ber dagirkirina Rûsyayê di bin metirsîyê de ne, zêde dike.
Paytexta Ukraynayê Kîev di bin êrîşan de ye, li vê dema ku hêzên Rûsyayê ji gelek alîyan ve derbazî nav welêt bûne.
Li gor agahîyan, kuştî û birîndar zêde dibin. Ji dema ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja Pêncşemê dest bi dagirkirina wî welatî kiriye, metirsîyên li ser sivîlan duqat zêde bûne.
Rêveberê herêmî yê UNICEF'ê ji bo Ewrupa û Asyaya Navîn Afshan Khan hişyarî da ku şer ji bo 7.5 mîlyon zarokên Ukraynayê metirsîyê çê dike.
Khan got ku "vê gavê, li Kîevê êrîşên mezin çê dibin ku tirs û lerzeke mezin di nav gel de çê kirîye, malbatên ku bi rastî ditirsin, ligel zarokên xwe diçin metro û stargehan. Û ev eşkere ye ku ji bo zarokan li seranserê welêt demek hovane ye."
Hêjayî gotinê ye ku ev heşt sal in ku UNICEF li Ukraynayê alîkarîya mirovî dide bi milyonan zarok û malbatan.