Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF: 9 Mîlyon Zarokên Sûrî di Rewşeke Krîtîk de Ne


Şervanên Kurd li Tabqa zarokên Sûrî rizgar dikin
Şervanên Kurd li Tabqa zarokên Sûrî rizgar dikin

Ajansa zarokan ya Neteweyên Yekbûyî îro Înê hişyar kir ku jiber kêmbûna alîkarîya diravî ji dewletên cîhanê, dora 9 mîlyon zarokên Sûrî yên hindur û dervayê welêt di rewşeke krîtîk de ne.

UNICEF da zanîn ku di budceya programên wê yên derbarê Sûrîyê de kêmahîya 220 mîlyon dolaran heye û ew yek ji sala 2011ê vir ve rewşa herî xirab e.

UNICEF jibo sala 2017an banga 1.4 mîlyar alîkarîya diravî kir ku jibo xizmetên alîkarî û perwerdeya zarokên sêwî, bêcîhûwar û ji şerê navxweyî yê Sûrî zarar dîtine, pêdivî ye.

Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) roja Sêşemê ragihandibû wê heta niha karîye tenê 29 mîlyon dolarên ji budceya xwe ya $153 mîlyon dolaran bicivîne.

UNHCRê bal kişandibû ser hewcedarîyên nêzî 100,000 sîvîlên Reqa ku niha Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li wî abajarî operasyoneke mezin didomîne.

XS
SM
MD
LG