Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF Ava Vexwarinê ya Derbiderên Efrînî Kêm Kiriye


Rêxistina UNICEF’ê, rêjeya ava vexwerinê ku li derbiderên Efrînî yên li Şehba belav dike, ji Yekşema borî vir ve daxistiye nîvî, loma pirsgirêka avê derketiye.

Desteya Şaredarîyan ya Herêma Efrînê daxuyanîyek da bîra giştî û ji UNICEF’ê xwest ku li biryara xwe vegere.

Hevserokê desteyê Fayiq Ehmed dor mijarê ragihand ku ji dema Efrînî koçberî penageha Şehba bûn UNICEF’ê ava vexwarinê pêşkêş dikir, lê ev çend roj in rêje kêm kiriye.

“Berê 2400 m3 av dihat pêşkêş kirin, lê niha daxistine 1400 m3, anku 1000 m3 hatiye kêm kirin.”

Ehmed herwiha dîyar kir ku biryara UNICEF’ê dê bandoreke mezin li jîyana derbideran bike, bi taybet jî di demsala havînê de ku pileya germê bilind e.

Wî got ku şaredarî hin xizmetguzarîyan pêşkêş dikin, lê derfetên wan hindik in, û wiha pêde çû.

“Bîrên di destê me de ava wan tehil û şor e, jibo vexwarinê ne guncaw e, ku dibe sedema nexweşîyan, loma ew tenê jibo karanînên malê ye”.

Kêmkirina UNICEF’ê ji para ava vexwarinê re, bûye cihê dilgiranîya derbiderên Efrînê, ku zehmetîyeke nû li jîyana wan zêde dibe bi taybetî di van mehên havînê de.

Derbider dibêjin ku derfeta wan jibo peydakirina ava paqij û zelal jibo vexwarinê tune ye, loma ew bi gazinc in û banga UNICEF’ê dikin li biryara xwe vegere.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku pirtir ji 100 hezar derbiderên Efrînî li herêma Şehba dijîn, piştî êrîşa Tirkîyê dijî Efrînê di sala 2018’an de, ew hatibûn koçber kirin, li vê herêma kavil ku piranîya binesazîya wê hatibû rûxandin, bicih bûbûn, ku ji wê çaxê de bi gelek zemetîyan re rûbirû ne.

NR_07_16_2021_Ava_Vexwerine_UNICEF
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:22 0:00

XS
SM
MD
LG