Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya jibo Penaberên Filîstînî (UNRWA) îro Pêncşemê hişyarî da ku li Gaza xeterîyeke mezin ya destpêbûn û belavbûna nexweşîyên ku ji avê çêdibin heye.
UNRWA got ku fikara wê zêdetir dibe jiber ku bi berdewamkirina şerê Îsraîl û Hamasê de, mercên paqijîyê li Gaza her ku diçe xirabtir dibe.
UNRWA bal kişand ser daxuyanîya berpirsê wê yê giştî Philippe Lazzarini ya do Çarşemê serdana bajarokê Khan Yunis ya li başûrê Gaza kir.
UNRWA got ku derketina nexweşîyên avî nêzîk e û zêdebûna nexweşîyên girêdayî çermê mirovan jî bandorê li gelê Gazayê dike.
Bi alîyekî din ve, Brîtanya ragihand ku Wezareta Derve David Cameron îro serdana Rojhilata Navîn dike ku bi rêberên Îsraîlî û Filîstînî re bicive.
Cameron lihevkirina navbera hikûmeta Îsraîlî û Hamasê wek gaveke girîng bi nav kiribû û ji alîyên şerker xwestibû ku peymanê bi tevahî bi cîh bînin.
Her îro Pêncşemê, Hîzbullaha Lubnanê jî ragihand ku rêberê wê Hesen Nasrallah li Beyrutê bi wezîrê derve yê Îranê Husên Emîr- Abdullahîyan re civîye.
Di hevdîtinê de rûdanên dawî yên li Filîstîn, Lubnan û heremê û herwiha hewilên bo rawestandina êrîşên dijî Gazayê hatine nirxandin.