Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Dibêje Xelkê Xezayê Pir Hewceyî Av û Xwarinê Ye


Rêvebirê Xeza yê Ajansa Neteweyên Yekbûyî jibo penaberên Filistînî (UNRWA) ragihand ku li Xezayê niha ti cîh ne ewle ye û got ku xelk ji jiyana xwe û siberoja xwe ditirsin û wê nikaribin debara malbatên xwe bikin.

Rêvebirê UNRWA Thomas White da zanîn ku wî di van çend hefteyên dawî de li serenserî Xezayê gerîya ye û rewşa li wir niha dîmeneke mirin û wêranîyê ye.

UNRWA bo peydakirina nan ji 1.7 mîlyon kesî li seranserî Xezayê piştgirîya 89 nanpêjxaneyan dike.

White di kurte vîdyoyekî de ji dîplomatên 193 welatên endamên NY re got ku mirovekî li Xezayê bi du parîyên nan ku ji hevîrê NY dişîne herêmê dijî.

“Lê, niha mirov ji lêgerîna nan dev berdan e. Filistînî li kolanên Xezayê bêhêvî li avê diger in , "wî got.

Alîkara Koordînatora Rojhilata Navîn ya NY Lynn Hastings, ku hevdem berpirsa mirovahî ya herêmên Filistînî ye, got ku tenê yek ji sê xetên dabînkirina avê yên ji Îsraîlê kar dike û "gelek kes ava binerd yan şor, heke hebe, vedixwin"

"Tevî êrîşên esmanî, xelk bi wêrekî li ber nanpêjxaneyan rêz dibin, da ku nan peyda bikin, ku jimarek ji wan jiber nebûna sotemeniyê jixwe hatine girtin," wê got.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG