Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarîyê ya NY Civîneke Awarte Lidar Dixe

Piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê li ser rejîma Îranê û êrîşên tolhildanê yên Tehranê li ser welatên herêmê, Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî îro Şemiyê civîneke awarte li dar dixe.

Biryar e civîn demjimêr 4ê êvarî bi dema xwecihî ya New Yorkê destpê bike û rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj bike.

Fransa û Behreynê banga civînê kirin.

Ofîsa Serokê Fransayê Emmanuel Macron got ku ew ligel rêberên Erebistana Siûdî û Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî, Qeter û Urdun û serokê Herêma Kurdistanê bi awayekî cuda axivîye.

XS
SM
MD
LG