Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarîya NY Komkujîya li Myanmarê Şermezar Dike


Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî roja Çarşemê komkujîya hefteya borî ya li Myanmarê şermezar kir.

Di wê komkujîyê de zêdetirî 30 kesan hatin kuştin û leşkerên cûntayê bo vê bûyerê hatin tawanbar kirin.

Kuştin di şeva Krismisê da li eyaleta Kayaya Rojhilat pêk hatibû. Serhildayên alîgirê demokrasiyê li wir dijî artêşê berxwe didin, ku di meha Reşemê de hikûmeta bi rêveberiya demokratîk hatî hilbijartin xistibû.

Di daxuyaniyekê de ku êvara Çarşemê hat belavkirin, endamên Civata Ewlekarîyê "pêwîstiya peydakirina berpirsiyarîya vê kiryarê kirin." Endamên Civatê herwiha bang kir ku demudest hemû tundûtûjî li Myanmarê raweste û tekezî li ser girîngîya rêzgirtina mafên mirov û dabînkirina ewlekarîya sivîlan kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "herî kêm 35 kes" di êrîşê de hatine kuştin, di nav wan de 4 zarok û 2 xebatkarên sazîya xêrxwaz ya Save the Children jî hene.

XS
SM
MD
LG