Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarîyê ya NY Êrîşa ser Navenda Navokî li Îmaratê Şermezar Dike

Civata Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Sêşemê êrîşa li dijî navenda navokî ya Beraka li Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) şermezar kir.

Li gorî daxuyanîyekê, Civata Ewlekarîyê got ku wê êrîşê yasaya navnetewî binpê kiriye.

Civatê ti alî wekî berpirsê wê êrîşê binav nekir. Îmaratê hefteya borî got ku şeş dronên ji Îraqê ber bi welatê Kendavî hatin avêtin û yek ji wan bû sedema ku agir bi navenda navokî bikeve.

Li Îraqê, mîlîşyayên ser bi Îranê ve di dema şerê Amerîka û Îsraîlê ligel Îranê êrîş birine ser gelek cih û bingehan li Îraq û welatên herêmê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG