Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Ewlekarî ya NY Sibê Derheqa Êrîşên Ser Sûrîyê Dicive


Li gor ragihandina dîplomatên Neteweyên Yekbuyî (NY) ewê Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) sibe Çarşemê bi mijara operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê rojhilata Sûrîyê civîneke girtî pêk bîne .

Civat li ser daxwaza Almanya, Brîtanya, Belçîka û Polonyayê kom dibe.

Serokê Civatê yê niha, balyozê Afrikaya Başur Jerry Matjila ji rojnamevanan re got ku di derbarê rewşê “tevahîya endamên Civatê gelek bi fîkar in.

"Hemûkes hevî dikin ku em tişteki bikin da ku hemû alîyan bo avakirina aştîyê razî bikin."

XS
SM
MD
LG