Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNRWA: Jiber Têkçûna Gazayê Xebata 4 Navendên Belavkirina Alîkarîyan Rawestan!


Dîmeneke xebatkarên UNRWA li stargeheke NY, taxa Xan Yunis li başûrê Gaza, 25 Cotmeh, 2023
Dîmeneke xebatkarên UNRWA li stargeheke NY, taxa Xan Yunis li başûrê Gaza, 25 Cotmeh, 2023

Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Alîkarî û Xebatê ji bo Penaberên Filistînî (UNRWA) îro Duşemê ragihand ku li Gaza jiber têkçûna nîzama sivîl çar navendên belavkirina alîkarîyê û depoyekê NY ji xizmetê rawestan e.

Berpirsê UNRWA yê li Gaza Tom White dîyar ku rewşa mirovî ya li heremê pir xirab e û xelk bi bêhêvî li xwarin û avê digerin.

"Bi têkçûna nîzama sivîl, her roj bi sedan kes hewl didin ku bikevin nav depoyan da ku ard bidizin. Niha mirov di qonaxa saxmayînê de ne. Loma hewl didin ku bi têr ard û avê peyda bikin," White got.

Tom White da zanîn ku xebitandina navenda lojîstîkî ya li derîyê sînorî yê Refahê ku bo belavkirina alîkarîyê girîng e her diçe dijwartir dibe; jiber ku 80 hezar Filistînî wek stargeh li wir bicîh bûne.

Bi hezaran niştecihên Gaza doh Yekşemê bo peydakirina ard, av û tiştên din ketin depoyên NY.

Yek ji depoyan, ya li Dêr el-Beleh li navenda Gaza bû, ku UNRWA kelûpelên ku ji hêla konvoyên mirovahî yên ji Misrê derbazî Gaza dibin, li wir kom dikirin.

"Me Dêr el-Beleh winda kir. Emê bibînin ka em dikarin wê jinûve bidin xebitandin, lê rewş tevlîhev e jiber ku aniha navenda lojîstîk ya Refehê bûye cîhê serekî; jibo kesên li stargehê, di bin ala NY de li parastinê digerin, yan jî hewl didin ku ard peyda bikin," White got.

NY ragihand ku 33 kamyonên av, xwarin û kelûpelên bijîşkî do Yekşemê ji Misrê derbazî Gaza bûne û îro jî 26 kamyonên alîkarîyê ji kontrolê derbaz bûn û ji derîyê Refahê ber bi Gaza derketine rê.

Karbidestên NY dibêjin ku bo pêşîgirtina krîzeke kujer ya mirovî, divê rojane herî kêm 100 kamyonên alîkarîyê bigehin Gaza.

Alîkarîya jibo Gazaya dorpêçkirî de tê astengkirin, ji dema ku Îsraîl dest bi bomberankirina heremê kir wek bersîva êrîşa Hamasê ya di 7’ê Cotmehê de ku 1400 kes kuştin.

Jêder: Reuters,AP

XS
SM
MD
LG