Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Kendavê û Misir Civîna Parlamanterên ya li Qatarê Boykot Dikin


Sê welatên Kendavê û Misirê îro ragihand ku ewê beşdarî civîna cîhanî ya parlamanteran nebin ku li ber e sibê Şemîyê li Doha ya paytexta Qatarê were darxistin.

Erebistana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Bahreyn û Misirê ragihand ku Qatarê dawî li reftarên xwe yên xirab neanîye, loma ewê wê cîvînê boykot bikin.

Welatên Kendavê û Misirê di sala 2017’an de peywendîya xwe bi Qatarê re qut kiribûn, bi sedema ku ew dewlet piştgirîya terorê û neyara wan ya herêmî Îranê dike, lê Doha wê yekê red dike.

Hêjayî gotinêye ku Yekîtîya Parlamantoyên Cîhanî (IPU) rêxistineke navnetewî ye û armanca wê pêşvebirina demokrasî ye. UPI civîna xwe ya vê sale di 6-10’ê Nîsanê de li Doha li dar doxe.

XS
SM
MD
LG