Li gorî kanala televîzyonî ya Urdunî El-Memleke, roja Înê, di encama êrişeke çekdarî de li ser Dêra Hemûd a li parêzgeha Kerik, li başûrê Urdunê, herî kêm 7 kes hatin kuştin û 10'ên din jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa hin ji birîndaran giran e.
Li gorî çavkanîyekê û şahidên bûyerê, du çekdar ji otombîlekê derketine, di dema merasîma oxirkirina cenazeyekî de li dêra Hemûde rasterast berê çekan daye girseya merasîmê.
Çavkanî her wiha ragihandiye ku hêzên ewlehîyê li pey kesên ku di vê êrîşê de destê wan heye û hewldanên girtina wan didomin.
Şahidekî bûyerê ji medya herêmê re gotîye ku teqekirinê nêzî 5 xulekan dom kirîye û paşî çekdar revîyan e.
Ji alîyê xwe ve, Ewlehîya Giştî ya Urdunê piştrast kir ku çekdarên nenas li hundirê dêrekê li parêzgeha Kerikê agirê çekan daye kesên li dêrê û di encamê de gelek kes mirine û birîndar bûne.
Heta niha, li gorî agahîyên hatine weşandin, hûrgulîyên zêdetir derbarê nasnameya çekdaran û sedemên êrîşê de nehatine eşkerekirin.