Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Urdunê Xwepêşandanên Dijî Hikûmetê Didomin


Jimareke Îslamî û bizavkaran li Urdunê, dijî bilindbûna nirxa şewitê, banga xwepêşandina bo roja sisêyan li welêt dikin.

Du roj ji protestoyên tund bûne gefe ku qiralgeha hevalbenda Amerîka têkeve nav pêleke alozîyan.

Abdullah Obeidat, serekê Yekîtîya Endazyaran, ku bi piranî Îslamî û çepgir in, dibêje ku protesto dê piştî nimêja nîvro li Amman a paytaxt û seranser Urdunê pêk bên.

Banga xwepêşandinê li vê demê hat ku Misilman Serê Sala Îslamî îro Pêncşemê pîroz dikin.

Biryara hikûmetê jibo bilindkirina nirxa şewitê, waxtekî zûtir yê vê hefteyê protestoyên tund li Urdunê encam da, ku ji demê destpêbûna Bihara Ereb berî du salan li wî welatî nehatine dîtin.

Hatibû ragihandin ku di xwepêşandanên roja Çarşemê de yek kes hatibû kuştin û 17 kesên din jî birîndar bûn ku di nav wan de 13 serbazên polîsan jî hebûn.
XS
SM
MD
LG